Qamişlo.. Welatî gazinan ji buhabûna li bazaran dikin

Gilî û gazinên welatiyên rojavayê Kurdistanê derbarê buhaya kelûpelan roj bi roj zêdetir dibin.

K24 – Qamişlo

Gilî û gazinên welatiyên rojavayê Kurdistanê derbarê buhaya kelûpelan roj bi roj zêdetir dibin. Di dema ku xelk dibêjin ku çavdêrî tune ye û kêsebazî heye, firoşger didin zanîn ku ew gelek pereyan li ser veguhestina keresteyan datînin. Herwiha dibêjin ku nirxê Lîreya sûrî gelek kêm bûye.

Zehmetiyên aborî li rojavayê Kurdistanê bi dawî nabin, nirxê kelûpelan buha ne û karînên welatiyan jî tune ne. Li bazara bajarê Qamişlo tevgera kirînê kêm e. Ji ber buhabûnê gelek caran weletî destvala vedigerin malê. Piraniya welatiyan gazinan ji tunebûna çavdêriyê dikin û dibêjin her firoşgerek keresteyan bi nirxekî cuda difroşe.

Tevî ku gelek kereste û pêdiviyên rojane ji hunedirê Sûriyê derbasî herêmên Rojava dibin, lê nirxê wan buha ye. Firoşger derbarê vê yekê de dibêjin, destê wan di buhabûnê de tune ye. Lê ji ber sepandina baceyan li ser veguhestina kelûpelan, ew neçar dibin nirxan zêde bikin.

Tevî ku di çend mehên dawiyê de, buhaya Lîreya sûrî li beramberî Dolarê amerîkî ta astekê cîgir maye, lê nirx roj bi roj buhatir dibin. Xelkê Rojavayê Kurdistanê ku bi piraniya xwe kaker û fermanber in dibêjin, barê wan pir giran bûye û eger rewş wiha bimîne, pêla koçberiyê careke din dê dest pê bike.