Platforma Zimanê Kurdî: Divî kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê

Platforma Zimanê Kurdî raporek ser zimanê kurdî amade kir.

 

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê Platforma Zimanê Kurdî di kongreyeke rojnamegerî de ragihand ku wan rapora hiqûqî ya ku li ser rewşa zimanê kurdî amade kirine ji bo sazî û rêxistin û partiyên siyasî yên navxwe û biyanî rêkirine. Rêvberên platformê gotin ku wan di raporê de pirsgirêkên zimanê kurdî raxistine ber çavan û daxwaza arîkariyê kirine ku zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

Platforma Ziman, piştî xebateke dûvdirêj û berfireh, rapora hiqûqî ya li ser rewşa zimanê kurdî amade kir. Rêveber û endamên platformê li Diyarbekirê di kongreyeke rojnamegerî de ragihandin ku wan bi daxwaza piştgiriyê ev rapor ji ParlementoyaTirkiyeyê û Wezareta Perwerdehiyê û ji bo hemû konsolxaneyên li Tirkiye û partiyên siyasî re şandine. Endamê platformê Wehîd Aba da zanîn ku; ew bang li dewletê dikin ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

Endamê platformê Wehîd Aba ji K24ê re got: "Me di vê raporê de raxistiye ber çavan ku li cîhanê li ser zimanan çi hiqûq heye û li Tirkiyeyê ev hiqûq bi çi awayî ye. Me xwest ku ji rayedarên dewletê re bibêjin ku ew bi van astengkirin û û qedexekirina zimanê kurdî zilmeke li ser kurdan e."

Li gorî ragihandina endamên Platforma Zimanê Kurdî, ji bo ku li Tirkiyeyê zimanê kurdî neyê naskirin şerh li ser hin xalên peymanên navdewletî hatine danîn û platform dixwaze ku ev şerh werin rakirin. Her dîsa Platforma Zimanê Kurdî dixwaze bi awayeke fermî saziya zimanê kurdî were damezirandin.

Endamê Platformê Xêredîn Altun dibêje; pirsgirêka zimanê kurdî pirsgirêka hemû kurdan e û ew dixwazin bi hemû aliyên cûda re jî li ser çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya zimanê kurdî bixebitin.

Xêredîn Altun diyar kir: "Ez dibêm pirsgirêka ziman û perwerdehiya kurdî pirsgirêka hemû kurdan e. Ji ber vê yekê me di daxuyaniya xwe de jî got, em ne li dijî tu partiyên siyasî ne. Kî ji boz iman û perwerdehiya bi zimanê kurdî bixebite em dikarin bi wan re hevkariyê bikin. Em dikarin di bin banê platformê de hinek saziyan ava bikin û zarok werin perwerdekirin."

Platforma Zimanê Kurdî di cotmeha 2018an de li Diyarbekirê bi beşdariya 9 partî û rêxsitinên cuda hat damezirandin. Endam û rêveberên platformê dixwazin ku bi milyonan kurdên li Bakur û Tirkiyeyê bikaribin mafên xwe yên mirovî û hiqûqî bi kar bînin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.