Amerîkayê hêz li derdora balyozxaneya xwe ya Bexdayê belav kiriye
Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand; Amerîkayê hêzên xwe li derdora balyozxaneya xwe ya li devera kesk a Bexdayê belav kiriye.

Hewlêr (K24) – Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand; Amerîkayê hêzên xwe li derdora balyozxaneya xwe ya li devera kesk a Bexdayê belav kiriye.
Piştî ku devera kesk a Bexdayê bi mûşekan hat armanckirin, hêzeke Amerîkî bi yaweriya hejmarek firokeyan bi awayekî sift, li derdora devera kesk belav bûne.
Çavkaniya ewlehiyê diyar kir ku ji ber rêkarên sift, nişteciyên wê deverê neçar bûne ku ji mala xwe birevin ji tirsa ku bibin armanca hêzên Amerîkayê.
Berî niha Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê diyar kiribû ku mûşekekê devera kesk kiriye armanc.
