Li Herêma Kurdistanê 23 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 23 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe jidest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 23 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe jidest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 612 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 72 kes li Hewlêrê, 94 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Germiyanê û 418 kes li Duhokê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 23 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê,2 kes li Raperîn, 5 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 40558 (Hewlêr: 15380, Silêmanî: 14560, Duhok: 9257, Helebce: 1361)

Mirin: 1495 (Hewlêr: 523, Silêmanî: 779, Duhok: 167, Helebce: 26)

Başbûn: 25797 (Hewlêr: 11828, Silêmanî: 9215, Duhok: 3381, Helebce: 1273)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) re bikin.