Li Ormiyê mêrekî hevjîna xwe şewitand

Li gundekî ser bi parêzgeha Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ve, jinek ji aliyê mêrê wê ve hat şewitandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekî ser bi parêzgeha Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ve, jinek ji aliyê mêrê wê ve hat şewitandin.

Rêxistina Mafên mirovan “Hengaw” belav kir, duhî li gundê Zengo yê bajarê Selmasê, jina bi navê Meryem Etmanî ta berî çend rojan şewitîbû, li nexweşxaneyeke Ormiyê canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, ew jina kurd, ku dayika du zarokan bû û ji ber pirsgirêkên civakî ve, ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû şewitandin.

Hevjînê wê jina kurd, piştî ku agir berdabû wê, reviyabû û heta niha nehatiye girtin.