Şêwekar Ahîn Omer şer û koçberiyê bi hunera xwe belge dike

Şêwekara Kobanî koçberî, şer û bûyerên li deverê rû dane bi rêya hunera xwe belge dike.

Kobanî (K24) – Şêwekareke Kobanî, koçberî, şer û bûyerên li deverê rû dane bi rêya hunera xwe belgeh dike. Ahîn Omer behsa dîmenên êş û azaran di nava tabloyên xwe de dike û dibêje, divê bêhtir guhdan bi şêwekaran were kirin û saziyên taybet ji bo wan werin vekirin.

Şêwekara Kobanî Ahîn Omer ku di heman demê de weşanxaneya Ava li Kobaniyê birêve dibe, rojên xwe di nava pertûk û xêzkirina tabloyan de derbas dike.

Ahîn dibêje: xêzkirin û şêwekarî ji bo wê nivsandin û vegotin e, ji ber ku tiştên nikare bi riya gotinan bîne ziman, bi rengên xwe diyar dike.

Ahîna 23 salî, berî du salan yekemîn tablo bi rengên rûnî xêz kir, ta niha bi 50 tabloyên cur bi cur beşdarî gelek pêşengehên li Kobanî, Cizîrê û her wiha yeke navdewlatî di riya “online” re bûye.

Ahîn diyar dike, ew û hevkarên xwe di vê derfetê de berxwedenê dikin, ku ji tunebûnê hebûnê ava dikin û tevî pirsgirêk û astengiyan jî, gevên xwe di şêwekariyê de davêjin.

Ahîn hêvî û daxwaz dike, piştgirî ji van rengan re bibe û di rojên pêş de saziyên taybet ji bo hunera şêwekariyê bên vekirin ta ku bighêjin astên bilind û bi tabloyên bi navê Kobanî di pêşengehên cîhanî de beşdar bibin.

 

Fly Erbil Advertisment