Îbrahîm Biro: James Jeffrey bi ENKS û PYNKê re civiya
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ragihand, civîna Nûnerê Amerîka yê Taybet bi Karûbarên Sûriyê James Jeffrey li rojavayê Kurdistanê bi her du aliyên yekrêziya kurdî ENKS û PYNKê bi dawî bû.
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ragihand, civîna Nûnerê Amerîka yê Taybet bi Karûbarên Sûriyê James Jeffrey li rojavayê Kurdistanê bi her du aliyên yekrêziya kurdî ENKS û PYNKê bi dawî bû.
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro li ser xalên nakokiyê yên di navber ENKS û PYNKê de ji K24ê re ragihand, berî demekê Serokê ENKSê Siûd Mela 5 xalên sereke yên nakokiyê di navbera ENKS û PYNK de aşkere kirin, heger ev xal zelal nebin, ev danûstandin cihê xwe nabîne. Pirsên nakok jî, girêdana bi PKKê ve, pirsa xwendinê, leşkeriya neçar, girêbesta civakî û pirsa girtî û windakiriyan e.
Herwiha got: “Gavên ku ragihandin roniyê dixe ser, gavine baş in, ku nerîna siyasî pêk hatiye û gavine baş di lêvegera siyasî de hatine avêtin. Ji niha û pê ve, emê li xalên nakokiyê vegerin,ta ku çareser bibin.”
Amaje bi wê jî da: “Pêştir 3 rêkeftin di bin serperiştiya Serok Barzanî de hatin kirin, lê PYDê ew cibicî nekirin. Niha Amerîka li ser astekî bilind çavdêriya vê danûstandinê dike. Nerazîbûna ji aliyê rêjîma Sûriyê, Tirkiye û Rûsyayê li ser danûstandinên kurdî heye, ji Amerîka tê xwastin ku tewafiqekê çê bike.”
Îbrahîm Biro diyar kir jî, civîna îro Nûnerê Amerîka yê Taybet bi Karûbarên Sûriyê James Jeffrey li rojavayê Kurdistanê bi her du aliyên yekrêziya kurdî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) bi dawî, lê hîna encamên civînê ne diyar in.
Biro ragihand, “Kiryarên PKK li rojavayê Kurdistanê dike, li cem xelkê rojavayê Kurdistanê cihê metirsî ye. PKK nameyan ji rêjîma Sûriyê, Tirkiye, Amerîka re dişîne û dibêje ku em PKK ne û li ser erdê in. Divê PYD û HSD helwest û pêwendiyên xwe bi PKKê re zelal bikin, ji ber ku di pêşerojê de hemû hêzên derveyî dê ji Sûriyê vekişin.”
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya tekezî li wê yekê kir: “Heta niha rêketin di nerîna siyasî de hatiye kirin. Ew nerîn jî nêzîkî helwesta navdewletî û xelkê Sûriyê ye. Rêketina li ser Lêvegera Siyasî jî hîna bi dawî nebûye.” Diyar kir jî, nayê çaverêkirin bi amadebûna James Jeffrey ti rêkeftin bê îmzekirin û got: “Heger hemû xal bi hev re zelal nebin, ti rêkefin nayin îmzekirin.”
Derbarê pirsa Pêşmergeyên Roj de, Biro got: “Divê Pêşmergeyên Roj vegerin welatê xwe û dive rêkeftineke zelal di wê derbarê de hebe û ew rêkeftin ji aliyê Amerîka û hêzên navdewletî û herêmî ve parastî be. Heger vegera Pêşmergeyan bê parastineke navdewletî be, dê metirsyeke mezin li ser hebe.”