Serok Barzanî pêşwazî li konsolê nû yê Almanya li Hewlêrê kir
Serok Mesûd Barzanî duhî pêşwaziya Konsolê nû yê Almanya li Hewlêrê kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî duhî pêşwaziya Konsolê nû yê Almanya li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Klemens Semtner Konsolê Almanya ji bilî xwe nasandinê, spasî sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê kir ku li hemû astan da muamele û hemahengiyeke baş li gel Konsolxane û tîmê dîplomasiya welatê wan ya li Herêma Kurdistanê kiriye. Her wiha tekez jî li piştevaniya Almanya ya Herêma Kurdistan û Iraqê û pêşxistina peywendiyan kir.
Her di vê civînê de Serok Barzanî li erk û karên wî da hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû yê Almanya xwest.