Li Efrîn grûpên çekdaran 3 kes revandin
Grûpên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike, 3 welatiyê kurd ji herêma Efrînê revandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike, 3 welatiyê kurd ji herêma Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî duhî kesek bi navê Mihemed Hacî Hesen ji Nahiya Mabeta revand.
Wê rêxistinê diyar kir jî, çekdarên Polîsa Leşkerî û Ehrar El-Şerqiye 2 bira Reşîd û Dîdar Xorşîd ji gundê Kora yê ser bi Cindirêsê ve revandin. Diyar kir jî, çekdaran pere û otombîleke wan dizîn û piştre ew bi ber cihekî nediyar ve birin.
Rêxistina Mafên Mirovan amaje bi wê da, gelek caran grûpên çekdaran ji bo pereyan ji welatiyên kurd ên Efrînê bistînin, wan bi tometa “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re” tometbar dikin û direvînin.