Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya şanda hêzên Hevpeymanan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 22ê Îlona 2020an, pêşwaziya şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 22ê Îlona 2020an, pêşwaziya şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke hêzên Hevpeymaniyê ya bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Hêzên Hevpeymanan ên li Iraq û Sûriyê General Kevin Copsey kir.
Di civînê de tekezî li girîngiya berdewamkirina rahênan û hevkarîkirina hêzên Pêşmerge ji bo rûbirûbûna gefên terorîstan hat kirin.
Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku terorîstên DAIŞê heta niha jî li çend deverên Iraqê, li ser nişteciyên wan deveran gefeke berdewam û cidî ne.
Herwiha tekezî li girîngiya berdewamkirina hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê kir, ji bo nehiştina gef û metirsiya komên terorîstên li wan deveran.
.jpg)
.jpg)
.jpg)