Herêma Kurdistanê projeya rêya hesinî amade dike
Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê yê Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm pêşwaziya Balyozê Îspanyayê yê li Iraqê Hansi Escobar kir.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê yê Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm pêşwaziya Balyozê Îspanyayê yê li Iraqê Hansi Escobar û şanda ligel wî kir û projeya çêkirina rêya hesinî li Herêma Kurdistanê û beşdarîkirina kompaniyên Îspanyayê di vê projeyê de gotûbêj kirin.
Balyozê Îspanyayê yê li Iraqê Hansi Escobar li ser projeya çêkirina rêya trênê diyar kir: “Welatê me di warê çêkirina rêya hesinî de şareza û xwedî tecrube û şiyana wî ya berçav heye û em dixwazin vê şarezayî û tecrubeyê di çêkirina rêya hesinî de li Herêma Kurdistanê derxin pêş û yek ji kompaniyên herî baş ên cîhanê ku Îspanî ye, rêya hesinî çêbike.”
Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê Dana Ebdulkerîm destnîşan kir: “Çêkirina rêya hesinî, yek ji projeyên girîng û stratejîk ên wezareta me ye û em dixwazin vê projeyê li Herêma Kurdistanê pêk bînin. Ev proje ji sê astan pêk tê. Qonaxa yekem di demeke nêz de em dest bi amadekirina fîzîbîlîteya projeyê bikin, di vê çarçoveyê de hejmarek kompaniyên Ewropî amadebûna xwe nîşan dane.”