Li Duhokê bijîşkekî û du karmendên tendirustiyê canê xwe ji dest dan

Di nava sê rojan de bijîşkekî û du karmendên tendirustiyê li parêzgeha Duhokê bi vîrûsa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dan.

Duhok (K24) – Di nava sê rojan de bijîşkekî û du karmendên tendirustiyê li parêzgeha Duhokê bi vîrûsa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dan.

Li Duhokê di mehekê de rêjeyeke gelek bilind ji karmendên tendirustiyê û peristar bi vîrûsa koronayê ketin û heta niha bijîşkekî û du karmendên tendirustiyê ji ber vê vîrûsê canê xwe ji dest dan.

Beşek ji bijîşkên pêketî dibêjin ku ji bo parastina jiyana welatiyan, ew jiyana xwe dixin metirsiyê û ji welatiyan daxwaz dikin ku bêtir xwe biparêzin û koronayê li ber çavê xwe biçûk nekin.

Dr. Erşed Mistefa, ji destpêka belavbûna koronayê heta niha di nav nexweşxaneyan de ye û nexweşan tedawî dike, lê dawiya dawî ew jî bi vê vîrûsê ketiye.

Ji destpêka vê hefteyê ve, Serokê Bijîşkên Nexweşxaneyên Koronayê ligel hejmarek bijîşk û peristar bi koronayê ketine.

Herwiha di nava van sê mehên dawî de, tenê li parêzgeha Duhokê zêdetirî 160 bijîşk, peristar, karmend û fermanberên tendirustiyê tûşî vîrûsa koronayê bûne û hinek ji wan jî ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Fly Erbil Advertisment