"Rola Hevpeymaniya Navdewletî di proseya çaksaziyê de heye"

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand: “Em rola Hevpeymaniya Navdewletî di pêşvebirina proseya çaksazî ya Wezareta Pêşmerge berz dinirxînin.”

Hewlêr (K24) – Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand: “Em rola Hevpeymaniya Navdewletî di pêşvebirina proseya çaksazî ya Wezareta Pêşmerge berz dinirxînin.”

Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya û Holanda ew pênc welat in ku di proseya çaksaziya Wezareta Pêşmerge de beşdar in, niha weke wezaretên din, li Wezareta Pêşmerge 7 lijne ji bo cîbicîkirna yasaya çaksaziyê hatine pêkanîn û karên wan berdewam in.

Supasalarê Pêşmerge Cemal Êmînkî diyar kir: “Niha heft lijne li Wezareta Pêşmerge li ser cîbicîkirina yasaya çaksaziyê dixebitin.”

Yekxistina hêzên Pêşmerge xaleke sereke ya xetên giştî yên karnameya kabîneya nehem e. Niha hewldanên pratîk ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge dest pê kirine.

Ji bilî encamdana çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge, ku ji wan herî girîng damezrandina yekeyeke jimêryarî ye ji bo yekeyên 70 û 80 yên hêzên Pêşmerge, çendîn car jî li ser wê pirsê Hevpeymaniya Navdewletî pesnê rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê daye û pêşveçûna proseya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge berz nirxandiye.