Wezîrê Navxwe ligel şanda hêzên Hevpeymanan civiya
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ligel şandeke payebilind a hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya General Kevin Cospey civiya.
Hewlêr (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ligel şandeke payebilind a hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Hêzên Hevpeymanan ên li Iraq û Sûriyê General Kevin Cospey civiya.
Di civînê de li ser rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê bi giştî û ya Herêma Kurdistanê bi taybetî gotûbêj kirin û tekezî li girîngî û berdewambûna rahênan û hevkarîkirina hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji bo rûbirûbûna terorîstan kirin.
Herwiha pesnê hemahengî û hevkariya navbera Hevpeymanî û hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li hemû operasyonên li dijî terorîstan hat dayîn.
Her du aliyan hêviya xwe anîn ziman ku ev hemahengî berdewam bibin û bi taybetî jî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ku niha DAIŞ li wan deveran maye û li ser niştecî û xelkên gundên wan deveran gef e.