“Li Diyarbekirê halet kêm dibin lê metirsiya Koronayê berdewam e”
Parêzgarê Diyarbekirê Mûnîr Karaloglu ragihand ku, li gorî amarên 10 rojên dawî, li bajêr haletên tûşbûna vîrûsa Koronayê kêm dibin, lê belê hîn jî metirsiya belavbûna vîrûsa Koronayê berdewam e.
Navenda Nûçeyan – (K24) Parêzgarê Diyarbekirê Mûnîr Karaloglu ragihand ku, li gorî amarên 10 rojên dawî, li bajêr haletên tûşbûna vîrûsa Koronayê kêm dibin, lê belê hîn jî metirsiya belavbûna vîrûsa Koronayê berdewam e.
Li Diyarbekirê venêrana li ser tedbîrên vîrûsa koronayê berdewam e. Parêzgarê Diyarbekirê Mûnîr Karaloglu û rêveberên rêxistinên bajêr li navçeya Sûrê li kuçeya Gaziyê venêrana tedbîrên Koronayê kir.
Parêzgarê bajêr got; li gorî amarên 10 rojên dawî li Diyarbekirê haletên tûşbûnê kêm dibin.
Li gorî gotinên Parêzgarê Diyarbekirê; 106 kesên ku pêwîst be di kerentînayê de bin derketine derve, lê ew kes hatine destnîşankirin û kerentînekirin.
Parêzgerî daxwaz ji hemwelatiyên jor 65 saliyê kir ku di demjimêrên qelebalix de dernekevin derve.