Li Duhokê kargehek hat dîtin dîroka wê vedigere berî 1500 salan
Li parêzgeha Duhokê kargeheke dîrokî ya dirustkirina boriyan hate dîtin ku dîroka wê vedigere 1500 sal berê.
Duhok (K24) – Li parêzgeha Duhokê kargeheke dîrokî ya dirustkirina boriyên avê hate dîtin ku dîroka wê vedigere 1500 sal berê.
Ev ne yekemî cihê şûnwarî ye ku li parêzgeha Duhokê tê dîtin, bi taybet li nêzîkî bendava Mûsilê, lê ev yekemîn car e kargeheke wiha li Kurdistanê û Iraqê tê dîtin e.
Rêvebirê Rêveberiya Şûnwaran li Parêzgeha Duhokê Diktor Hesen Ehmed di wê derbarê de ji K24ê re ragihand, “Kurdistan landika şaristaniyê ye. Ev cihê şûnwarî jî, yek ji wan şûnwarên kêm ên endezyariya avdaniyê ye ku pêştir nehatine dîtin. Li vir firne û cihê dirustkirina keresteyên avdanê bû û boriyên avê li vê kargehê dihatin dirustkirin.”
Diktor Hesen diyar dike, “Kurdistan di wê serdemê de, yek ji welatên gelekî pêşketî bû û gelek dahênanên mirovatiyê li ser vê xakê bûne.
Li ser dîroka vê cihê şûnwarî jî diyar kir: “Hîna lêkolînên me li vî cihî bi dawî nebûne û nikarin bi diyarkirî bibêjin vedigere çi salê, lê dikarin bibêjin ku vdigere berî 1500 sal yan kevintir.”
Tîmên lêkolînê li ser wî cihê şûnwarî dikin û dikolin û pişknînê dikin, Kurd in û ser bi Rêveberiya Şûnwaran a Duhokê ne. Diktor Hesen di wê derbarê de dide zanîn: “Ti pirsgirêk li pêş me tune ne vekolînê bikin, lê di warê taqîgehan de, bêgûman pêwîstiya me dê bi taqîgeh û şarezayên biyanî hebe, ji bo diyarkirina dîroka vê kargehê.”
Rêvebirê Rêveberiya Şanwaran ya Duhokê tekez dike: “Ev dever, di serdama berê de devereke stratejî ye, ji ber ku riya girêdana rojhilat bi rojava bû. Gelek şûnwarên din jî li vê deverê hatine dîtin.”
Ev cihê şûnwarî, dikeve nêzîkî bajarokê Feyde yê parêzgeha Duhokê, berî demekê cotkarekî dema li zeviyê xwe kar dikir, ev şûnwar dît û Rêveberiya Şûnwaran a Duhokê pê agahdar kir.