Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Martin Huth kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Martin Huth kir.

Îro pêncşemê 24ê Îlona 2020an Mesrûr Barzanî pêşwaziya Martin Huth kir û di hevdîtinê de guhertin û pêşhatên herî dawî yên Iraqê û pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Martin Huth amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê nimûneyeke serkeftî û pêşveçûyî ye li Iraqê. Yekîtiya Ewropayê jî amade ye ji bo pêşvebirina zêdetir a peywendiyan û handana berhemhênerên Ewropî bo veberhênana li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştgiriya Yekîtiya Ewropayê kir li Herêma Kurdistanê û tekez kir ku Herêma Kurdistanê faktoreke girîngiya seqamgîriyê ye li Iraq û herêmê. Herwiha diyar kir ku tevî qeyranên darayî jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di encamdana projeyên xizmetguzarî û cîbicîkirina bernameya xwe ya çaksaziyê de berdewam e, da ku Herêma Kurdistanê zêdetir pêşve bibin.