Mesrûr Barzanî: Me ji bo 3 bankên xwînê salane 4 milyon dolar terxan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku salane 4 milyon dolar ji bo rêvebirina 3 bankên xwînê li Herêma Kurdistanê hatine terxankirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku salane 4 milyon dolar ji bo rêvebirina 3 bankên xwînê li Herêma Kurdistanê hatine terxankirin, ji ber ku bexşîna xwînê, bexşîna jiyanê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku îsal 91 hezar butl xwîn ji aliyê welatiyan ve hatine bexşandin.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kiriye ku zêdetirî 3 hezar û 400 butl plazmaya xwînê hatine bexşandin ku ji bo tedawiya pêketiyên vîrûsa koronayê hatine bikaranîn, bi taybetî jî ji bo kesên ku rewşa wan a tendirustiyê giran e.