Li ser rasperdeya Serokwezîr kelûpelên xweparêzî û tendirustiyê ji dibistanan re hatin peydakirin

Li ser rasperde û fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêwîstiyên tendirustiyê û kelûpelên xweparêziyê ji xwendekarên dibistanan re hatin peydakirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Perwerdeyê ya Navenda Hewlêrê ragihand, li ser rasperde û fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêwîstiyên tendirustiyê û kelûpelên xweparêziyê ji xwendekarên dibistanan re hatin peydakirin.

Rêveberiya Perwerdeyê ya Navenda Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, bi armanca selametiya giyanê xwendekar û mamosteyan, îro birê 5 hezar karton mask, 2 hezar amûreyên pîvana germê, 20 hezar şûşeyên pakirinê yên 500 milîgram ji tevahiya navendên xwendinê re hatin dabînkirin.

Amaje bi wê jî da, biryar e sibe zengilê sala nû ya xwendinê were lêdan. Li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi riya Wezareta Perwerde re, ew kelûpel tên dabeşkirin. Niha tevahiya rêveberiyên perwerdeyê yên qezayan jî para xwe werdigirin û dabeşkirin berdewam dibe.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê roja 2ê vê mehê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiyabû û biryar dabû, werzê yekem a sala nû ya xwendinê 2020 – 2021 bi awayê xwendina eliktironî destpê bike (ji bilî qonaxa diwazdeh a amadehiyê) û wezaretên pêwendîdar jî raspard di çarçoveya desthilatên xwe de rênima û amadekariyên pêwîst bikin.