Serokê Hikûmetê daxwaza rûniştineke taybet a Parlemana Kurdistanê dike

Biryar e di çend rojên bê de, li ser daxwaza Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Parlemana rûniştineke taybet girê bide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e di çend rojên bê de, li ser daxwaza Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Parlemana rûniştineke taybet girê bide. Tê de Serokê Hikûmetê li ser cibicîkirina karnameya çaksaziyê ya Kabîneya Nehem, pêvajoya guftûgoyên ligel Hikûmeta Federalî, rewşa darayî û tendirustî ya niha ya Herêma Kurdistanê û bandorên belavbûna vîrûsa Koronayê, gotarekê pêşkêş bike.

Li gor madeya 66 a Birgê Duyem ji Peyrewa Navxwe ya Parlemana Kurdistanê, Serokê Hikûmetê dikare daxwaza rûniştineke Parlemanê bike, ji bo ronîkirinê li ser babetekê bide. Desteya Serokatiya Parlemanê jî divê di heyama 14 rojan de wê rûniştinê rêk bixe.