Li Serê Kaniyê teqîn.. Kuştî û birîndar hene
Otombîleke bombekirî li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê teqiya, kuştî û birîndar hene.
Navenda Nûçeyan (K24) – Otombîleke bombekirî li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê teqiya, kuştî û birîndar hene.
Li gor zanyariyên K24ê, vê êvarê otombîleke bombekirî li rojhilatê bajarê Serê Kaniyê li ser riya Til Temirê teqiya. Di encamê de 7 kes hatin kuştin ku di nava wan de zarok jî heye. Hejmarek kes jî birîndar bûn.
Berî 2 rojan jî li bajarokê Til Helefê yê ser bi Serê Kaniyê ve 2 teqîn çê bûn û hejmarek kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Li herêmên rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin, her car teqîn çêdibin û welatiyên sivîl dibin qurbaniyên wan teqînan.