PYNK: Tevlîbûna Pêşverû lêvegera siyasî bihêztir dike
Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) jî tekeziyê li ser pêwstiya hebûna partiya Pêşverû û El Wehdê di danûstandinan de dikin.
Qamişlo (K24) – Partiyên di Lêvegera Kurdî de ne beşdar in dibêjin, diyalog tenê di navbera du aliyan de ye û ne diyaloga hemû tevgera kurdî ye. Aliyên din jî dibînin ku pêwîst e cihê pariyên sereke di Lêvegerê de hebe.
Diyaloga yekrêziyê ya kurdî – kurdî berdewam e, lêvegera siyasî hat avakirin û hîn jî, hin patiyên sereke yê deverê dûrî van danûstandinan ne. Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê yek ji van partiyan ne, dibêje ta niha şêweyê vê diyalogê nêzîkatiyek di navbera du aliyan de ye, ne nêzîkatiya tevgera kurdî bi giştî ye. Serkirdeyên wê didin zanîn jî ku tevî nebûna wan di lêvegerê de, lê hêviya serkeftinê ji diyalogê re dikin, heger bikeve berjewendiya gelê kurd de.
Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) jî tekeziyê li ser pêwstiya hebûna van partiyan di danûstandinan de dikin û dibêjin, nebûna wan dê lêvegerê seqet bihêle û hebûna wan jî lêvegerê bi hêz dike û divê di qonaxên bê de beşdarî danûstandinan bibin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di wê derbarê de dibêje dûrxistina partiyên Pêşverû û El-Wehdê ne rast e û dê beşdar bibin. ENKS xwedî helwesteke cuda ye, dibêje tu vetoya wan li ser tevlîbûna Pêşverû tune ye û gerek e Partiya Yekîtiya Kurdistanî ya Azad jî cihê xwe di lêvegerê de bibîne, lê divê partiya EL-Wehdê di nav PYNKê de be, ji ber ku ew di rêvebiriyê de ye û endamê MSDê ye jî.