Mesrûr Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Hikûmeta Federalî bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Erecî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Hikûmeta Federalî bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Erecî kir.

Di civînê de ku Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed beşdar bûn, guftûgo derbarê guhartin û pêşhatên Iraqê û girîngiya hevahengiya ewlehiyê di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de hatin kirin, bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna gefên teroristên DAIŞê.