Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê rewşa ewlehiyê guftûgo dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim El Erecî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim El Erecî kir.

Di civînê de, pêşhatên dawî yên rewşa ewlehiya Iraqê, çalakiyên çekdarî yên dijî balyozxane û nûnerayetiyên welatan li Bexda û metirsî û encamên wê, gef û tevgera DAIŞê û rûbirûbûna wan, bi taybetî li navçeyên maddeya (140) ya destûr û erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li Iraqê, hatin nirxandin.

Her du alî tekez li ser pêwîstî û karkirin û parastina asayîşa balyozxane û nûnerayetiyên welatan li Bexdayê û girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ji bo rûbirûbûna terorê û çalakiyên DAIŞê kirin, heta piştrastbûna ji navbirina wan ya yekcarî.

Rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din ên ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, beşeke din a civînê bûn ku birêzan Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, amadeyê vê civînê bûn.