Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî serxweşî bo malbata hûnermend Jajleyî!

Serokê Hûkûmeta Herêma Kurdistanê Barzanî, telefon ji bo Wezîrê Karûbarên Civakî Kwêstan Mihemed kir.

Hewlêr (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sebaret bi wefata hunermend Ebbas Jajleyî serxweşî li malbatê da.

Serokê Hûkûmeta Herêma Kurdistanê Barzanî, telefon ji bo Wezîrê Karûbarên Civakî Kwêstan Mihemed kir. Mihemed apê hûnermend Jajleyî ye.

Barzanî, hevxemiya xwe ji malbata Jajleyî re anî ziman û got, "Em hêvî dikin xweda canê wî bi bihûştê şad bike. Aramî û rehetiyê ji malbata wî re dixwazin."