Serperiştyarê berê yî îdareya Germiyanê bi Koronayê canê xwe ji dest da
Serperiştyarê berê yî îdareya Germiyanê Selah Kiwêxa bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştyarê berê yî îdareya Germiyanê Selah Kiwêxa bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest da.
Serperiştyarê berê yî îdareya Germiyanê Selah Kiwêxe ji ber pêketina bi vîrûsa Koronayê, nêzîkî mehekê ye li nexweşxaneyên Silêmaniyê di bin çavdêriya bijîşkî de bû.
Selah Kiwêxa sala 1953an li gundê Baneborê yê ser bi bajarê Xaneqînê ve ji dayik bû û ji destpêka salên heştê yên sedsala bûrî ve bûbû Pêşmerge.
Di sala 2010an de wek Serperiştyarê Îdareya Germiyanê hat destnîşankirin û heta meha Tîrmeha 2020an di wê postê de ma. Îro danê sibê jî ji ber pêketina bi Koronayê canê xwe ji dest da.