Mesrûr Barzanî serweşiyê li malbata Selah Kiwêxa dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bi boneya koça dawiyê ya Serperiştyarê Germiyanê yê berê Selah Kiwêxa, serxweşiyê li malbata wî dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bi boneya koça dawiyê ya Serperiştyarê Germiyanê yê berê Selah Kiwêxa, serxweşiyê li malbata wî dike.

Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hat: “Bi mixabinî ve, min nûçeya koça dawiyê ya Serperiştyarê Germiyanê yê berê Selah Kiwêxa bihîst. Pirse û serxweşiyê li mabata wî ya birêz dikim. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide kesûkarên wî.”

Serperiştyarê îdareya Germiyanê yê berê Selah Kiwêxa îro li nexweşxaneyek Silêmaniyê bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dabû.