Mesrûr Barzanî: Divê destûr bingeha çareserkirin û yekalîkirina pirsgirêkan be
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan kir.
Di civînê de, guftûgo derbarê girîngiya bihêzkirina rola bêalî ya sîstema dadweriyê li Iraqê û hevahengiya ligel desthilata dadweriyê ya Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê amaje bi bi wê da, pêwîst e damûdezgehên hikûmeta federalî rêz li taybetmendiyên Herêma Kurdistanê di hemû waran de bigirin, bi taybet di warê dadweriyê de. Got jî: “Divê destûra Iraqê ji bo çareserkirin û yekalîkirina pirsgirêk û nakokiyan, bingeh be.”
Serokwezîr Mezrûr Barzanî ronahî xiste ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de û tekezî li wê kir, pêwîst e desthilata dadweriyê li Iraqê, bêalî rola wê yê bi bandor û girîng di çareserkirina pirsgirêkan û rêgirtina li binpêkirina destûrê de hebe. Herwiha pêwîst e wek qewareyeke federalî û destûrî, serederiyê bi Herêma Kurdistanê re bike.