Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û dawî pêşhat û guhartinên Iraqê hatin guftûgokirin û ronahî hate xistin ser rewşa desthilata dadweriyê li Iraqê û pêwendî û hevahengiya di navbera damûdezgehên Herêma Kurdistanê û Iraqa federal.

Her di wê civînê de, tekezî li rola desthilata dadweriyê di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha cibicîkirina destûrê hate kirin.