Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehmed El Cabir Es Sebah peyama sersaxiyê arasteyî malbata wî û gelê Kuwêtê kir.
Hewlêr (K24) – Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehmed El Cabir Es Sebah peyama sersaxiyê arasteyî malbata wî û gelê Kuwêtê kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Min bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehmed El Cabir Es Sebah bihîst.
Ez sersaxiya malbata Birêz Mîr û xelkê Kuwêtê dixwazim. Dewleta Kuwêtê û bi taybetî Cenabê Şêx Sebah, peywendiyeke wî ya dostane ya bihêz ligel Herêma Kurdistanê hebû. Hemû temenê xwe ji bo xizmetkirina welatê xwe û seqamgîrkirina aştiyê li herêmê terxan kiribû.
Xwedayê mezin rûhê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnewayî bibexşîne xelkê Kuwêtê.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê