Li Duhokê 10 sal in projeyeke niştecîbûnê temam nebûye
Li Duhokê 1244 welatiyan bi qasî 50 milyon dolar dane veberhênerekî da ku ji bo wan xaniyan çêbike, lê bûye 10 sal, hê jî proje temam nebûye.
Duhok (K24) – Li Duhokê 1244 welatiyan bi qasî 50 milyon dolar dane veberhênerekî da ku ji bo wan xaniyan çêbike, lê bûye 10 sal, hê jî proje temam nebûye.
Welatiyek diyar dike ku 80 hezar dolar daye veberhênerekî û 10 sal in li bendê ye ku xaniyê wî çêbibe.
Herwiha welatiyek jî dibêje ku eger wî bi xwe dest bi avakirina xanî bikira, niha temam kiribû.
Rêveberê Fermangeha Veberhênanê ya Parêzgeha Duhokê Kurdo Îhsan ji Kurdistan24ê re ragihand ku moleta projeyê di sala 2010an de hatiye wergirtin û piştre ew molet di sala 2018an de hatiye betalkirin û bo veberhênerekî din hatiye dayîn.
Kurdo Îhsan eşkere kir ku niha mebesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku ev proje temam bibe û ji ber vê yekê desteya veberhênanê, mehek wext daye du veberhêneran û ji wan re diyar kiriye ku divê di nava mehekê de guhertin û pêşketinên berçav di avakirinê de pêk bînin, eger na, moleta wan jî dê were betalkirin.