Berdevkê Hevpeymaniyê li ser êrîşa îşev a li Hewlêrê daxuyanî da
Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li dijî DAIŞê Wayne Marotto li ser êrîşa mûşekî ya li nêzîkî hêzên Hevpeymanan ên li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê axivî.
Hewlêr (K24) – Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li dijî DAIŞê Wayne Marotto li ser êrîşa mûşekî ya li nêzîkî hêzên Hevpeymanan ên li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ragihand; raportên destpêkê amaje bi wê yekê dikin ku mûşek li sînorê hêzên Hevpeymanan neketine xwarê.
Wayne Marotto eşkere kir ku ti ziyanên giyanî û madî ji ber wan êrîşan çênebûne û li ser rûdanê lêkolînê dikin.
Li gor ragihandina Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, vê êvarê di demjimêr 20:30 de şeş mûşek arasteyî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatine avêtin.
Wezaretê eşkere kir ku mûşek ji sînorê Birtile yê navbera gundên Şêx Emîr û Tercile, ji ser pîkapekê hatine avêtin. Ew dever jî dikeve sînorê Lîwaya 30 ya Heşda Şe'bî. Tîmên me yên taybet, ji bo bidestxistina zanyariyên zêdetir, dest bi lêkolînê kirine.