Amarên Koronayê li rojavayê Kurdistanê: 121 pêketin û 2 mirin
Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, 121 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 2 kesan jî bi wê vîrûsê cane xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 121 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 2 kesan jî bi wê vîrûsê cane xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 2 kesan li bajarê Hesekê bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand jî, 51 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.
Haletên hatine tomarkirin: 20 kes li Hesekê, 21 kes li Qamişlo, 6 kes li Amûdê, 45 kes li Reqayê, 8 kes li Kobaniyê, 15 kes li Minbicê û 6 kes li Tabqayê.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1618 kesan, ji wan 64 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 12 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 429 kesan.