Hevseroka şaredariya Qersê û 18 kesên din hatin binçavkirin
Li bajarê Qersê yê bakurê Kurdistanê, 19 kes bi tometa endametiya PKKê hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qersê yê bakurê Kurdistanê, 19 kes bi tometa endametiya PKKê hatin binçavkirin.
Li bajarê Qersê, îro hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di operasyonekê de, 19 rêvebir û endamên HDPê bi tometa endametiya PKKê binçav kirin.
Hat zanîn, Hevseroka şaredariya Qersê, Şevîn Alacan û hejmareke endamên din yên encûmena şaredariya Qersê di wê operasyonê de hatine binçavkirin.
Hefteya bûrî jî, derbarê bûyerên Kobaniyê yên sala 2014an de, bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Enqerê, derbarê 82 berpirsên HDPê de biyara binçavkirinê hatibû dayîn, operasyona îro jî berdewamiyê wê operasyonê ye.
Duhî jî Şaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku bi hinceta bûyerên Kobanê pênc roj berê hatibû binçavkirin, destjikarvekişandina xwe ji şaredartiya Qersê ragihand.
Bîlgen li ser torên civakî peyamek belav kir û da xuyakirin, bi binçavkirinên neyasayî û kêfî, bi îradeya bajarekî re dilîzin. Lê ew rê nade vê yekê.