Peyameke serxweşiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Kargêrê Liqê Heştem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê Şivan Şêxo peyameke serxweşiyê belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya kesayetiya navdar a Zaxoyê û Kargêrê Liqê Heştem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê Şivan Şêxo peyameke serxweşiyê belav kir û hevxemiya xwe ligel malbata koçkirî derbirî.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat: “Bi mixabînî ve, min nûçeya koça dawiyê ya kesayetiya navdar a Zaxoyê û Kargêrê Liqê Heştem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê bihîst. Hevxemiya bi malbata wî ya niştimanperwer radigihînim. Xwedêyê mezin giyanî wç bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbat û kesûkar û hevalên wî.