Li Efrînê bomebeyek bi otombîlekê de teqiya

Li nava bajarê Efrînê teqînekê rû da û 2 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nava bajarê Efrînê teqînekê rû da û 2 kes birîndar bûn.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, li bajarê Efrînê li nêzîkî meydana Newroz bombeyek bi otombîlekê de teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, heta niha 2 kes birîndar bûne û ziyanên madî gihîştine dukan û malên welatiyan.

Li herêmên rojavayê Kurdistanê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin, her cara teqîn çêdibin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Roja 14ê meha bûrî jî linava bajarê Efrînê otombîleke bombekirî teqiya bû û di encamê de 9 sivîlan canê xwe ji dest dan û 43 kes jî birîndar bûn.