Hunermend Hozan Canê hat azadkirin

Hunermenda Kurd Hozan Canê ku zêdetir ji 2 salan e di zîndanê de bû hat azadkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda Kurd Hozan Canê ku zêdetir ji 2 salan e di zîndanê de bû hat azadkirin.

Hunermanda Kurd Hozan Canê, sala 2018 bi tometa endamtiya PKKê bi sizaya 6 sal û 3 meh hatibû zîndankirin, hat azadkirin.

Parêzera hunermenda Kurd, Newroz Akalan da xuyakirin, şeva bûrî Hozan Canê ji zîndana Bakirkoy ya Stenbolê bi mercê qedexeya derketina derveyî Tirkiyê hatiye berdan.

Hunermend Hozan Canê bi navê din Seîde Înaç di heman demê de welatiya Almanya ye û Hezîrana 2018'ê, dema xwestibû ji Almanya derbasaî Tirkiyê bibe hatibû binçavkirin.

Hozan Canê bi rêya torên civakî piştevaniya xwe bo encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihandibû.