Ji Diyarbekirê bacanên hişkirî bo Ewropayê tên hinardekirin

Cotkarekî Diyarbekirî îsal 130 ton bacanên hişkirî henaredeyî Ewropayê dike.

 

Diyarbekir (K24) – Cotkarekî Diyarbekirî yê bi navê Mihemed Şerîf Baybaşîn, bacanên sor ên hişkirî ji bo bazara Ewropayê dişîne. Cotkarê ku 37 salan li Ewropayê mayî, piştî ku vedigere bajarê xwe dest bi cotkariya organîk dike. Mihemed Şerîf Baybaşîn dibêje; ew çaverê ne ku îsal 130 ton bacanên sor ên hişkirî ji bo bazara Îtalyayê hinarde bikin û sala bê jî zêdetir hilberîne bike û ji bo bazara Amerîkayê jî hinarde bike.

Li bajarê Diyarbekirê cotkariya bacanên sor zêde dibe. Cotkaran îsal li ser hezaran donim zevî cotkariya bacanan kirin. Piraniya van bacanan li bazarên bajar tên firotin lê belê êdî cotkar bacanên xwe hinardeyî bazara Ewrûpayê jî dikin. Mihemed Şerîf Baybaşîn ku 37 salan li Ewropayê jiyaye, piştî ku vedigere bajarê xwe dest bi cotkariya organîk dike. Cotkar Mihemed Şerîf Baybaşîn par dest bi cotkariya bacanên sor ên organîk dike û van bacanan hişk dike û difiroşe bazara Ewropayê. Li gorî gotinên cotkarî, ew çaverêne ku îsal 130 ton bacanên hişkirî hinardeyî bazara Îtalyayê bikin.

Cotkar Mihemed Şerîf Baybaşîn ji K24ê re got: “Ev 20 sal in ku ez li ser cotkariya organîk plansaziyan amade dikim. Ev 5-6 sal e me dest bi cotkariya organîk kiriye. Ji bo cotkariya organîk divê 3 salan derman li zeviyê neyê kirin. Heta ku dermanên kîmyewî di nav zeviyê de ne li ser wê zeviyê cotkariya organîk nayê kirin. Niha Ewrupa ji me gelekê bacanên hişkirî dixwaze.  Îsal em hinardeyî Îtalyayê dikin lê dibe ku em saleke din bidin Elmanya, Brîtanya, Fransa, Belçîka û Amerîkayê. Li Amerîkayê bazar geştir e. Niha min hezar ton hebûya mine ji bo Amerîkayê hinarde bikira. Îsal me ji bo Îtalyayê cotkarî kiriye.”

Cotkar Mihemed Şerîf Baybaşîn, li ser 500 donim zevî bacanên sor çandine. Van bacanan bi ava çem av dide lê belê dibêje bacanên wan bêderman û organîk in. Bacanên ku ji nav zeviyan tên berhevkirin piştî ku tên şûştin ji aliyê xebatkaran ve têne qetkirin û li ber tavê tên raxistin û xwêkirin. Bacan di hefteyekê de li ber tavê hişk dibin û dûv re dîsa tên berhevkirin. Li gorî gotina cotkaran ji 14 kîlo bacanan ter, kîloyek bacanên hişkirî derdikeve.  Îsmaîl Mûrselîm jî endezyarê xurekê ye û bi salan li Herêma Egeyê kar kiriye lê dibêje, ax û tava herêma Diyarbekirê ji bo cotkariya bacanan baştir e.

Endezyarê Xurekê Îsmaîl Mûrselîm dibêje: “Ev 26 sal in ku ez li ser cotkariya bacanan kar dikim. Li Diyarbekirê ev du sal in em vê cotkariyê dikin. Plana me ew e ku em sala bê 300-400 ton bacan hilberînin û ji bo Îtalyayê hinarde bikin. Em qet derman û gibreyî bikarnaynin.  Cotkariya van bacanên ji bo salçe û hişkirinê li vê herêmê nû dest pê dike. Ev karekî baş e.”

Li Tirkiye herî zêde li Herêma Egeyê bacan tên hişkirin û ji bo Ewrûpayê tên hinardekirin lê belê li bajarên Bakur, bi taybetî li Riha û Diyarbekirê di van salên dawiyê de vê bazirganiyê dest pê kiriye. Bi zêdebûna vê cotkariyê bi sedan kes jî derfeta kar dibînin ku debara xwe pê bikin. Cotkarên Diyarbekirî dibêjin; bazara bacanên organîk roj bi roj berfirehtir dibe û dahatê vê bazarê jî baştir e. Cotkarên Diyarbekirî dibêjin; ew plan dikin ku sala bê zêdetir cotkariya bacanan bikin û ji bo bazara Amerîkayê jî hinarde bikin.