Hejmara geştyarên serdana Tirkiyeyê dikin dadikeve
Stenbol (K24) – Tirkiye ew welat e ku beşeke mezin a dahata wê ji kertê geştiyariyê ye û par 65 milyar dolar ji vê kertê hatibûn bidestxistin lê îsal dibe ku ev dahat kêm bibe. Ji ber ku hejmara geştiyarên ku serdanê dikin ji sedî 2.29 daketiye. Sedema sereke ya geştiyar naçin Tirkiyeyê jî bihabûna heqê otêl, balafir, xwarin û vexwarinê, bi giştî helawsana dijwar a wî welatî ye.
Yek ji dahatên girîng ên aboriya Tirkiyeyê kertê geştiyariyê ye lê îsal lawaz bûye. Li gor amarên Wezareta Geştiyariyê ya tirkiyeyê, di heft mehên îsal de li gor par rêjeya geştiyarên serdana Tirkiyeyê kirine ji sedî 2.29 daketiye.
Pisporên vê kertê di wê baweriyê de ne ku ji ber helawsana awarte, Tirkiye êdî ji bo geştiyarên biyanî jî erzan nîne û geştiyar zêdetir berê xwe didin welatên wekî Îtalya, Îspanya, Portekîz û Yunanistanê.
Lê geştiyar li ser vê pirsê bûne du alî; li gor hinek ji wan, Tirkiye hê jî ji gelek welatan erzantir e û kertê xizmetê jî pêşketîtir e. Lê hejmara geştiyarên ku gazinan ji hîlekariya şofêrên taksiyan heta bihabûna otêlan dikin jî ne kêm e.
Tirkiyeyê sala borî ji serdana 64 milyona geştiyaran 65 milyar dolar dahat bi dest xistibûn, ku ev rekora hemî salan bû.
Ji ber ku Tirkiye êdî ne tenê bo geştiyarên biyanî lê bo welatiyên xwe jî giran e û geştiyarên navxwe geşt bo derve bi taybet Yunanistan û giravên wê dikin. Ev jî derbeke dualî li vê kertê dide.