Peyama Serok Barzanî bo koça dawiyê ya Serokê Ruhanî yê ola Êzidî Baba Şêx
Serok Mesûd Barzanî peyamek serxweşiyê bi boneya koça dawiyê ya kesayetiya olî û Serokê Ruhanî yê ola Êzidî Şêx Xirto Hacî Îsmaîl (Baba Şêx) belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî peyamek serxweşiyê bi boneya koça dawiyê ya kesayetiya olî û Serokê Ruhanî yê ola Êzidî Şêx Xirto Hacî Îsmaîl (Baba Şêx) belav kir.
Deqa peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin êvariya roja Pênçşem 01.10.2020 kesayetiyê olî û Serokê Ruhanî yê Ola Êzdî Şêx Xirto Hacî Îsmaîl (Baba Şêx) li bajarê Hewlêrê koça dawiyê kir. Baba Şêx kesayetiyeke olî yê diyar û niştimanperwerê Kurd ê Êzdî bû ku li hemû rewşek da sedema xêrxwazî û çareserkirina kêşeyan bûye li nav xûşk û birayên me yên Êzdî û ji bo belavkirina tebayî û pêkvejiyanê kêmasiyê nekiriye. Di heman demê de jî Babe Şêx hêmayeke olî û me'newî bû û bi taybetî jî li rewşa niha da ji dest dana wî xesareteke mezine.
Serxweşiyên xwe pêşkêşî Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan û Encûmena Rûhanî ya ola Êzdî û kesayetiyên ola Êzdî û malbat û kesûkarên Baba Şêx û tevahiya xûşk û birayên Êzdî li Kurdistan û hemû cîhanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im ruhê Baba Şêx bixe ber rehmet û dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.
Mesûd Barzanî
01.10.2020