Li Herêma Kurdistanê 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 640 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 21 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hewlêr (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 640 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 21 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 640 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha ragihand; 21 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 270 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 49134
Başbûn: 31158
Mirin: 1791
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.