Derwêşê Sado wefat kir! Xwediyê Madalyaya Barzanî bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Derwêşê Sado (Fermî: Derviş Akgül), ji ber vîrûsa korona (Civid19) li Êlihê (Batman) jiyana xwe ji dest da. Sado avakerê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (KDP-T) bû. Herwiha xwediyê Madalyaya Barzaniyê Nemir bû.

Kurê Derwêş Sado, Azad Akgul ji bo Kurdistan24 got "Li Êlihê dema li nexweşxaneyê dihat dermankirin wefat kir. Ji bo definkirinê me cinazeyê wî biriye navçeya Misircê (Kurtalan)."

Misircê ser bi bajarê Sêrtê ve ye.

13'yî Îlonê testa koronayê (Covid19) a Derwêşê Sado pozîtîf derket. Di dema 2 hefteyan de du caran çû nexweşxaneyê. Piştre jî di beşa rewşa giran de hat razandin.

Dema Sado li nexweşxaneyê Azad Akgul ji Kurdistan24 re gotibû, "Li dawiyê min li odeya nexweşxaneyê ve ser lê da. Min gotê, 'Tu ji gelek belayan xelas bûyê. Helbet dê ji vê jî xelas bibî.' Her wiha bi riya we spasiyê xwe ji gelek kesan re dişînim. Ji 4 parçeyên Kurdistanê û diyasporayê gelek petam bo me hatin."

Akgul her wiha dibêje, bavê wî rewşenbîrên wekî Celadet Bedirxan nas dikirin, her dem Kurdistana serbixwe diparast.

Akgûl dibêje, "Bavê Derwêşê Sado, bi rêbaza Barzanî mezin bû. Dema alaya Kurdistanê hatiye bilindkirin, ji bo wî rûmetekî gelek û gelek mezin bû."

Serok Mesûd Barzanî, 2010'ê di 13'emîn Kongreya Partiya Demokratîk a Kurdistanê Madalyaya Barzanî pêşkêşî Derwêşê Sado kiribû.

Fly Erbil Advertisment