Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo binemala Derwêşê Sado peyama serxweşiyê!

Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke serxweşiyê pêşkêşî binemala Derwêşê Sado kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke serxweşiyê pêşkêşî binemala Derwêşê Sado kir.
Sado, yek ji damezrênerên Partîya Demokrata Kurdistanê – Turkiye (KDP-T) bû.

Sado, 19 roj in ji ber vîrûsa koronayê li nexweşxaneyeke Êlihê dihat dermankirin. Lêbelê rewşa wî ya tendirûstiyê her xirabtir bû. Îro di temenê xwe yê 86 salî de canê xwe ji dest da.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

"Bi daxekî mezin min nûçeya koça dawîn a kesayetiyê têkoşer û niştimanperwerê bi navûdeng Derwêşê Sado bihîst.

Derwêşê Sado xebatkarekî diyar bû, di nav tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de. Bi taybet rolekî giring di damezirandina Partiya Demokratîk a Kurdistanê - Tirkiye hebû. Pirs û serxweşî li binemala birêzî dikim û xwe hevbeşê xema wan dizanim.

Xwedayê mezin canê wî bi bihûştê şad bike; aramî û dilnewayiyê bide binemal û hevalên wî."

Wêne: Derwêşê Sado
Wêne: Derwêşê Sado