Ji Serok Barzanî, peyama serxweşiyê bo malbata Derwêşê Sado
Serok Mesûd Barzanî, peyama serxweşiyê ji bo malbata Derwêşê Sado weşand. Avakerê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Tirkiye (KDP-T) Sado îro canê ji dest da.
Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî, peyama serxweşiyê ji bo malbata Derwêşê Sado weşand. Avakerê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Tirkiye (KDP-T) Sado îro canê ji dest da.
Serok Barzanî di peyama xwe de Derwêşê Sado wekî mirovekî têkoşer û niştimanperwer da nasan din. Got, "Rola wî di piştevaniya Şoreşa Îlonê de hebû. Salên heştiyan dest bi têkoşîna xwe ya siyasî kiriye."
Peyama Serok Mesûd Barzanî:
"Me bi daxekî zor mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyar û siyasetmedarê bakûrê Kurdistanê û kesayetiyek ji avakerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP-T) Derwêş Sado bihîst. Rehmetî Derwêş Sado mirovekî têkoşer û welatparêz bû ku di şêstên sedsala bîstan de dest bi têkoşîna xwe ya siyasî kir. Rola xwe di piştgiriya şoreşa Îlonê de lîst û her wiha piştî Şoreşa Îlonê, di şoreşa Gulanê de rolek dilsoz di rêya kurdayetî de lîst. Piştgiriya şoreşê berdewam kir ta ku amade bû canê xwe feda bike. Da ku alîkariya pêşmerge û têkoşerên şoreşa Gulan bike. Ji ber ku rola bilind û jidil a Derwêş Sado di şoreş û têkoşîna gelê Kurd de hebû, medalyaya Barzaniyê Nemir hat xelatkirin.
Bi koça dawîn a Dewrêşê Sado me dost, heval û têkoşerekî kurd ji dest da. Ez sersaxiyê ji malbat û xizmên rehmetî Derwêş Sado, endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê û hemû têkoşer û welatparêzên Bakur re dixwazim. Ez xwe weke hevparê xemgîniya wan dibînim Daxwazê ji Xwedayê mezin dikim ku giyanê wî xweş bike û bi bihûşta xwe şad bike. , ku bi beheşta mezin şa bibe û sebr û aramîyê bide hemû alîyan. Sebr û aramîyê bide hemû alîyan.
انا للە و انا الیە راجعون
Mesûd Barzanî
02-10-2020