Li Iraqê 49 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê 49 kesan canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê 49 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên bûrî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 49 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 672 kes bi vîrûsa Koronayê ketine.

Wezareta tendirustiyê eşkere kir; heta niha 375 hezar 931 kes li Iraqê bi vîrûsa Koronayê ketine û 303 hezar û 665 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 538 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserî Iraqê 9 hezar û 347 kesan canê xwe ji dest dane.