Mesrûr Barzanî li Parlemanê puxteyekê li ser pirs û babetên niha pêşkêş dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 5ê vê mehê li Parlemana Kurdistanê puxteyekê derbarê pêngavên cibicîkirina yasaya çaksaziyê, danûstandin û guftûgoyên ligel Bexdayê, rewşa navçeyên Kurdistanî û bandor û pêngavên rûbirûbûna vîrûsa Koronayê pêşkêş dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 5ê vê mehê li Parlemana Kurdistanê puxteyekê derbarê pêngavên cibicîkirina yasaya çaksaziyê, danûstandin û guftûgoyên ligel Bexdayê, rewşa navçeyên Kurdistanî û bandor û pêngavên rûbirûbûna vîrûsa Koronayê pêşkêş dike.

Di wê derbarê de, endamê Komîteya Destpakiyê li Parlemana Kurdistanê Weysî Seîd ji K24ê re tekez kir: “Amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Parlemanê, li ser daxwaza wî ye, cidîyeta hikûmetê di cibicîkirina yasaya çaksaziyê de nîşan dide. Nîşana wê ye jî ku kabîneya nehem li hember xelk û Parlemanê şefaf e.”

Ji 3 mehan ve ye yasaya çaksaziyê ketiye warê cibicîkirinê. Hikûmet û Parlemanê li ser wê li hev kirine, her 3 mehan carekê hikûmeta qonaxên cibicîkrina wê yasyaê pêşkêşî Parlemanê bike. Pisporê darayî û jêmêryarî Diktor Mihemed Zirarî tekez dike, şefafiyet ji hemû kartan, xaleke sereke ya karnameya kabîneya nehem e.

Ev di demekê de ye, hefteya bûrî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gor madeya 66 ya peyrewa navxwe ya Parlemana Kurdistanê, daxwaza civîna wê kiribû. Li gor banghêştnameya Desteya Serokatiya Parlemanê, tevahiya parlemanteran agahdar dike, demjimêr 10ê sibê ji roja Duşemê 5ê vê mehê li civîna Parlemanê amade bibin.