Komgeheke çek û teqemeniyan li Silêmaniyê teqiya
Fermandarê Giştî yê Hêzên 70 jî radigihîne, heta niha sedema teqînê ne diyar e.
Navenda Nûçeyan (K24) – Komgeheke çekan a hêza 70 a Pêşmerge li Silêmaniyê teqiya. Fermandarê Giştî yê Hêzên 70 jî radigihîne, heta niha sedema teqînê ne diyar e.
Fermandarê Giştî yê Hêza 70 Mistefa Çawreş ji K24ê re ragihand, “Îro komgeheke hêzên me li Silêmaniyê teqiya, lê heta niha sedema teqînê nehatiye zanîn. Ji bo lêkolînkirin di bûyerê de were kirin, me komîteyek pêk anî û piştre encamên lêkolînê belav dikin.”
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, çekên ku bi kar nehatine di wê komgehê de hatine rakirin. Ji encama teqînê jî agir bi komgehê ket.
.jpg)
.jpg)

.jpg)
.jpg)
