Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Heşdî Şe'bî û Serokerkanê Artêşa Iraqê kir
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Faleh Feyaz Serokê Desteya Heşdî Şe'bî û Ferîq Abdulemîr Yarulla Serok Erkanê Artêşa Iraqê kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Faleh Feyaz Serokê Desteya Heşdî Şe'bî û Ferîq Abdulemîr Yarulla Serokerkanê Artêşa Iraqê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û gefên niha û êrîşên emnî yên li ber aramiya Iraq û navçeyê hate nirxandin. Her wiha di derbarê hemahengiya emnî û karê hevbeş ya Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal ya ji bo rûbirûbûna gefan de danustandina bîr û ramanan kirin.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de tekez li ser pêwîstiya li ber girtina hengavên ciddî yên asayîkirina rewşa navçeyên maddeya 140 ya destûra Iraqê kirin.
Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî piştgîriya xwe ji bo proseya siyasiya Iraqê dûpat kir û ragihand ku aramiya Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê girîng e.