Karsazekî kurdê êzidî hat kuştin; Bi xêrxwaziyê navdar bû!

Li gor agahiyan 9 gûle li Beşîr Korya hatine barandin. Berî çend rojan kesayetiyeke din ê êzidî hatibû kuştin.

Duhok (K24) - Karsazekî kurdê êzidî li Elkoşê hat kuştin. Li gor agahiyan 9 gûle li Beşîr Korya hatine barandin. Berî çend rojan kesayetiyeke din ê êzidî hatibû kuştin.

Zengîn û xêrxazê êzidî Beşîr Korya li gundê bîbanê, navçeya Elkoşê hat terorkirin.

Termê wî ji bo lêkolînê termê wî anîn Bijîjkiya Dadê ya Duhokê.

Li gor lêkolînên destpêkê Beşîr Korya 43 salî bû û bi 9 guleyan hatiye kuştin.

Wekî navdartirîn xêrxwazê êzidî dihat naskirin. Maleke bêsemyanan li parêzgeha duhokê avakir. Ew zarokên dayik û bavê wan di destê DAIŞ'ê de yan ji canê xwe ji dest dane li vê malê dihatin xwedî kirin.

Her wiha gelek harîkarî ji bo xelkê Şingalê kirine.

Asayîşa Duhokê lêkolînan li ser bûyerê dike. Lêbelê heya niha kujerên karsazê kurdê êzidî nehatine diyarkirin.