Çima kurdên Xanesorê venagerin ser mal û milkên xwe!?
Xanesor, ser bi Nahiya Sinûnê ve ye. Berî şerê DAIŞ'ê 40 hezar kes lê dijîn. Lêbelê xelkê vê koçber bûye.
Xanesor (K24) - Xanesor, ser bi Navçeya Sinûnê ve ye. Berî şerê DAIŞ'ê 40 hezar kes lê dijîn. Lêbelê xelk koçber bûye. Piştî DAIŞ'ê jî nikarin vegerin ser axa xwe.
Welatî dibêjin "6 sal in em ji Xanesorê dûr in. Ji ber ku Iraq piştevaniya aborî nake, em nikarin vegerin. Xaniyên me xirab kirine, îmkan û derfet nînin em ava bikin."
Berî 2014'ê ev der ji aliyê rewşenbîrî, bazirganî û niştecihbûnê ve bi nav û deng bû.
Lê îro xelkê vê deverê nikare vegere mala xwe.
Xalid Ilyas xelkê Xanesorê ye û ji bo Kurdistan24'ê dibêje, "Min mala xwe çêkiriye lê bi deyn. Xelkek heye mûçe û pare nînin, nikarin bi deyn jî bikin."

Xidir Çuko jî dibêje, "Em ji Zaxo hatine. Em ê vê malê çêkin. Hukûmeta Iraqê yan Herêma Kurdistanê; Kî alîkariya me bike em memnûnî wan in. Ev 6 sal in, em li Herêma Kurdistanê (Zaxo) ne. Sed car, sed car, sed car em memnûnî Kurdistanê ne."

Hinek ji xelkên Xanesorê, li cihên ku çûyînê bûne xwedî kar. Zarokên hinekan jî li Duhok û Zaxo dixwînin. Ji ber van û gelek sedemên din venegeriyane Xanesorê.
Rêveberê Fermî yê Xanesorê Xwidêda Çuko dibêje, "Ji xelkê Xanesorê %50-60 vegeriyane. Yên din jî ji ber gelek sedeman venegeriyane. Zarokên hinekan dixwînin, hinek dixebitin, malên hinekan li vir xiran bûne. Min bawere heta %70'yî êzidiyan dê vegerin cihê xwe."
